Tevgera Helwêstê daxwaza têkdana hilbijartinan kir
Tevgera Helwesta Netewî, roja Yekşemê ragihand ku wan îtîraza xwe ya fermî li dijî hilbijartinên dewra şeşemîn a Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê pêşkêş kiriye.
Di dozê da behsa hemû warên binpêkirin û sextekariyê, bi dehan aliyên yasayî û teknîkî yên kêşeyên hilbijartinan hatine kirin û daxwaz hatiye kirin ku piştî îsbatkirinê, encamên hilbijartinên dewra şeşemîn a Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê were betalkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin: Ji bilî sextekariyê, 210 hezar deng hatine betalkirin, zêdetirî 100 hezar kes bi hinceta şopa tiliyan ji dengdanê bêpar mane, tenê 15 kursiyên parlimanê hene.
Tevgera Helwêsta Niştîmanî tekez kir ku çend hûrgiliyên sextekarî û binpêkirinan ji dezgeha dadweriya hilbijartinan re hatine ravekirin û berê jî di vê dozê da daxwaza nivîsbariyê ji bo îsbatkirina sextekariyê û guhertina encaman kiriye.