Qonaxa nû di peywendiyên Herêma Herêma Kurdistana Iraqê bi Îranê re
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, hevdîtina bi Hz. Ayetullah Xamineyî re û sefera Mesûd Pizişkiyan bo Hewlêrê qonaxeke nû ya peywendiyên bi Îranê re wesif kir.
Nêçîrvan Barzanî li penêla konferansa saziya lêkolînê ya Rojhilata Navîn ya bi navê Mîrî li Hewlêrê got: Hevdîtina bi Hz. Aytullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî ya Îranê re û her wiha sefera Dr. Mesûd Pizişkiyan serokkomarê Îranê bo Hewlêr û Bexdayê qonaxekek nû ya peywendiyan bi Îranê re ye. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê peywendiyên bi welatên cîran re got: Helwêsta Herêma Kurdistanê di babetekê de pir zelal û eşkere ye û ew jî em dixwezin bibin faktorê sereke yê pêknaîna aramî û û istiqrarê li navçeyê û ser vê esasê bi Îran û Tirkiyê re hem di çarçoveya hevkarî û hewahengiyê bi Bexdayê re berdewam di peywendiyê de ne.