Îlon 14, 2024 11:57 Asia/Tehran
  • Qazî Kakeyî: Sefera Pizişkiyan bo Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Iraqê peyamên baş û giring hene

Endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Qazî Kakeyî ser hebûna peywendiyên baş di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tekez kir û got: Serdana Serokomarê Îranê bo Hewlêr û Silêmanî dê piraniya pirsgirêkan çareser bike.

Qazî Kakeyî Endamê YNK got: Herêma Kurdistanê di serdana Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan de dê qonaxeke girîng derbas dike, ji ber ku sefera Pizişkiyan bo Herêma Kurdistanê ji bo welatiyanên Kurd gelekî girîng e. Wî peyamên baş û hêvîdarane no kurdên Iraqê heye. 

Kakeyî bal kişande ser berjewendiyên hevpar ên di navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê û hebûna sînorên berfireh ên her du aliyan û tekez kir  ku Hewlêr her cure  destdirêjiyekê li dijî her welatekî cîran bi tundî red dike û gelê Herêma Kurdistana Iraqê jî daxwaza pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê dikin.

 

Serepeyv