Dema propaganda bo hilbijartina parlimana Herêma Kurdistana Iraqê hat dîyarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i350691-dema_propaganda_bo_hilbijartina_parlimana_herêma_kurdistana_iraqê_hat_dîyarkirin
Endamekî Komsyona Hilbijartinan a Iraqê got ku rikeberî û propaganda bo hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistana Iraqê yê ji 16ê Îlonê va dest pê bibe.
(last modified 2024-08-22T13:14:36+00:00 )
Tebax 22, 2024 16:41 Asia/Tehran
  • Dema propaganda bo hilbijartina parlimana Herêma Kurdistana Iraqê hat dîyarkirin

Endamekî Komsyona Hilbijartinan a Iraqê got ku rikeberî û propaganda bo hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistana Iraqê yê ji 16ê Îlonê va dest pê bibe.

Xalid Ebbas Serokê Çiqa Duhokê ya Komsyona Hilbijartinan a Iraqê got ku propaganda û rikeberîya bo hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê yê ji 16ê Îlonê va dest pê bibe û yê mehekê bidome û 24 saetan berî dengdana taybet bi dawî bibe.Di 18ê meha 10 a îsal da yê dengdana taybet dest pê bibe û di 20 heman mehê da jî yê dengdana giştî be.2 milyon û 899 hezar û 578 kes dikarein di hilbijartina parlimana Herêma Kurdistana Iraqê da dengê xwe bidin. Herwiha ji bo vê hilbijartinê 1431 binkeyên dengdanê yê bên danîn ku 1266 ji bo dengdana giştî û 165 binke jî ji b dengdana taybet in.