Tebax 09, 2024 21:35 Asia/Tehran
  • Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê navçên  sînorî yên Silêmaniyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyê di dewama destdirêjiya ser axa Iraqê beşek ji navçeyên sînorî yên bajarê Silêmaniyê bombebaran kirin û piştî vê bombebaranê, beşek ji navçê agir pê ket û zêdetirî 6 hêktar erd di anva agir de şewitî.

Kamran Osman Serokê Beşa Mafên Mirovan a CBT ya Amerîkayê di hevpeyvînekê de ragihand, roja Çarşemê balafirên şer ên Tirkiyê sê caran hinek ji navçeyên Şarbajêr û Mawetê bombebaran kirin.Wî got ku li dû bombebarana yekem devera Dûkan ket ber êrişan û li bombebarana duyem jî devera Gerdereşê bû armanc ku di encama van êrişan de zêdetirî 6 hiktar erd agir pê ket û piştî şewatê xelkê navçeyê hewil dan agir vemirînin.Bajarên Şarbajêr û Mawetê ketine bakurê Silêaniyê û li gorî gotina Kamran Osman, hîna agahiyên eseh derbarê van êrişan nehatien belavkirin.Hevgavê êrişa hewayî ya artêşa Tirkiyê ser navçeyên derdora Silêmaniyê, hinek çavkaniyên Herêma Kurdistanê jî derbarê bombebarankirina çiyayê Birzotîş a ser bi gundê Qamişê li navçeya Şarbajêr agahî dan.Tirkiye di van salên derbasbûyî de her roj Herêma Kurdistanê bombebaran dike û bineszaiyên vê herêmê wêran dike.

Serepeyv