Tîrmeh 12, 2024 10:06 Asia/Tehran
  • Rexneya Cebar Ewde ji bêdengiya Wezareta Derve ya Iraqê li hember êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê

Cebar Ewde yek ji rêberên arçoweya hemahengiya şîeyên Iraqê bi tundî rexne li Wezareta Derve ya Iraqê kir ku derheq nêzîk 100 êrişên hêzên Tirkiyê ser bakurê Iraqê ti daxuyanî dernexistiye.

Cebar Ewde, yek ji rêberên çarçoveya hemahengiya Iraqê ragihand, ku Tirkiyê heta niha nêzîkî 100 êriş ser bakurê Iraqê pêk anîne, lê Wezareta Derve ya Iraqê ti daxuyaniyek derbarê şermezarkirina van êrişan belav nekiriye û got: Wezareta Derve deriyê Iraqê ye ji bo cîhanê û dema ku li hember wê bêdeng be, çawa dikare piştevaniya navdewletî werbigire.

 Ewde bi ragehandina wê yekê ku di encama êrişên Tirkiyê ser bakurê Iraqê de, bi sedan malbat koçber bûne, bi dehan gund hatine valakirin û nêzîkî 20 hezar hiktar erd û daristanên derdora Dihokê jî şewitîne û got: Wezareta Derve  trîbûna fermî ya Iraqê ye û cîhan dê çawa bizanibe li bakurê Iraqê çi diqewime?

Îro  rojê tiştên ku li Dihokê diqewimin dê dûhatên giran bi xwe re bîne, ji ber ku êrişa Tirkiyê  ser axa Iraqê û avakirina zêdetirî 50 baregehên leşkerî  ji wan 5 baregehên mezin  ku bi hezaran leşkeran dihewîne,  wek dagirkerî tê hesabê.

 

Serepeyv