Adar 04, 2024 09:19 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê endamekî berê yê HDPê bi derba guleyan hat kuştin

Bijîşkekî ku berê endamê HDPê bû û ji ber pirsgirêkên siyasî koçî Herêma Kurdistanê kiribû, êvariya roja pêncşemê li Silêmaniyê bi guleyan hat kuştin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, êvariya roja pêncşemiyê, li bajarê Silêmaniyê kesek li ber xwaringeha Ostad Hesen hat kuştin û li gor agahiyan, ev kes pijîşk û endamê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû û li Herêma Kurdistanê de dima.

Li gorî agahiyan navê wî zilamî Ebdulqadir Sebrî Topraqe, temen 45 salî, xelkê Badlîsê ye, zewicî ye û bavê 3 zarokan e û çend sal berê ji ber sedemên siyasî koçî Herêma Kurdistanê kiriye.

Çavkaniyên agehdar tekez kirin ku ew kesê hatî kuştin,pizîşk bû û endamê berê yê HDPê yê Tirkiyê bû û çend sal bû li Herêma Kurdistanê li nexweşxaneyeke taybet a Silêmaniyê kar dikir.

Serepeyv