Adar 02, 2024 15:34 Asia/Tehran
  • Rapora Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê biryara Dadgeha Federal derheq miaşa karmendan de

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed derbarê biryara Dadgeha Federal ya şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê de hinek rapora raber kirin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di kongreyeke rojnamevanî de derbarê biryara Dadgeha Federal a derbarê mafên karmendên Herêma Kurdistanê de ragihand: Emê bi Dîwana çavdêriyê ya federal re hevkariyê bikin, beriya niha jî çendîn car hatine û bi wan  re li Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî hevkariya pêwîst hatiye keirin. Tiştek  nemaye ku ew daxwaz bikin û eger daxwaza  her cure hûrgiliyekê bikin, Dîwana çavdêriya darayiyan a Herêam Kurdistanê  dê bi  Dîwana  çavdriya darayiyê ya Iraqê re hevkariyê bike.

 Wî derbarê hilbijartinên parlemana Kurdistana Iraqê de jî got: Hilbijartin pêngava destpêkê ye ji bo demokrasiyê û avakirina saziyên hikûmetê, di navbera Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de civînên hevpar hatine lidarxistin û   em di halê muzakireyê ne lê ti rêkeftinek  vê gavê çênebûye.

 

Serepeyv