Çile 27, 2024 10:14 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên hovane yên PKKê li Şingalê

Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê li Şingalê got: Endamên PKKê li Şingalê cinayetên hovane dikin hîna jî kontrola vê navçeyê di destê wan de ye.

Qadir Qacax diyar kir ku heta niha Şingal di bin kontrola PKKê de ye û got: PKK û aliyên  piştgirê wê li  Şingalê cinayetên hovane dikin, lewma divê hikûmeta Iraqê rêkeftina Şingalê  ku pêkanîna dubare ya ewlehiyê li vê navçeyê misoger dike, tam cî bi cî bike. 

Wî destnîşan kir: PKK  dest bi kiryarên nemirovane  ji wan revandin û  wergirtina keçan û şandina wan bo Qendîlê dike, lewma tenha çareserî cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ye.Medyayayê Iraqê di sala 2020an de,  bi weşandina naveroka rêkeftina Şingalê ragihandin ku Rêkeftin bi armanca vegerandina ewlehî û aramiyê bo Şingalê, li gor destûr û yasayên Iraqê û bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê,  xweşkirina zemînê bo vegera penaberan û diyarkirina  çarçveya îdarî û ewlehî  li vê navçeyê  hatiey wajokirin û li gor hemahengiya di navbera hikûmeta federal a Iraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê û nunertiya NY, mafê endamên PKKê nîne ku li Şingalê bimînin. 

Serepeyv