Çile 04, 2024 10:22 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê teqînên li Kirmanê şermezar kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên şeva çarşemê li Kirmanê şermezar kir.

Mesrûr Barzanî bi şandina peyamekê bo Komara Îslamî ya Îranê, ev  du êrişên terorîstî , êrişkeke tirsonekane bi nav kir.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û dewleta Komara Îslamî ya Îranê re da diyarkirin û hêviya  silametiyê bo birîndarên vê bûyerê kir.Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd jî teqînên şeva çarşemiyê li bajarê Kirmanê şermezar kir û  ji dewlet û gelê Îranê re sersaxî xwest .

Pêştir  jîSeyîd Emmar Hekîm rêberê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê bi tundî ew kiryara terorîstî ya bajarê Kirmanê a Îranê şermezar kir ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.

 

Serepeyv