Mijdar 27, 2023 15:57 Asia/Tehran
  • Şanda Herêma Kurdistanê di seredana xwe ya Bexdayê de dixweze rêkeftineke nû bi hikûmeta federal re îmze bike

Nûnerê dewra pêncem a parlemana Herêma Kurdistanê got: Şanda Herêma Kurdistanê ku niha di halê seredana Bexdayê de ye, dixweze rêketineke nû bi hikûmeta federal re îmze bike.

Sebah Hesen di hevpeyvînekê de bal kişand  ser vê yekê ku  armanca serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê, îmzekirina rêketineke nû derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û şandina krêdîtên darayî yên berdewam ji aliyê hikûmeta federal bo Herêma Kurdistanê ye û got: Berpirsiyariya dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê  ser milê Hewlêrê ye.Sebah Hesen diyar kir: Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî nêzîkbûna  li dawîbûna rêketina berê bi Bexdayê  re ku dayîna 3  caran mûçeyê karmendên Herêmê  digirt ber xwe,niha hewl dide rêketineke demdirêj îmze bike ku şandina mûçeyên mehane  û  pişka bûdceya Herêma Kurdistanê li gor qanûna bûdceya giştî ya Iraqê dê garantî bike. Vî nûnerê berê yê parlemana Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku karmendên Herêma Kurdistanê daxwaza dayîna  berdewam a mûçeyên xwe dikin û tekez kir: Bexda berpirse derengxistina mûçeyê karmenedên Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku di vî warî de berpirsiyariyên xwe cih nayne.

Serepeyv