Cotmeh 30, 2023 08:52 Asia/Tehran
  • Parlamenterê berê yê Parlemana Kurdistanê: Heta niha şert û mercên bo lidarxistina hilbijartinên Parlemana Kurdistanê amade nebûne

Serokê berê yê Fraksiyona Partiya Pêşerojê li Parlemana Herêma Kurdistanê got:Heta niha şert û mercên bo lidarxistina hilbijartinên Parlemana Kurdistanê amade nebûne

Serkevt Şemsedîn di gotûbêjekê de diyar kir ku her çend meha Sibatê weke dema lidarxistina hilbijartinên Parlemana Kurdistanê hatiye destnîşankirin, lê heta niha şert û mercên lidarxistina helbijartinên adilane pêk nehatine û got: Di lîsteya dengderan de heta niha bi hezaran navên sexte hene û nivîsgehên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê di bin kontrola partiyên desthilatdar ên herêmê de ye.

Pêştir jî  Telar Letîf, berpirsa navenda hiqûqê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ragihandibû ku ji ber bidawîhatina dewra pêncem a parlemanê, niha Herêma Kurdistanê ji vê saziya giring bêpar maye û em dikarin eşkere bêjin ku Herêma Kurdistanê ji desthilata qanûndanînê bêpar e, ji ber wê jî pêwîst e hilbijartinên dewra şeşem a Parlemana Kurdistanê zû bên lidarxistin.

 

Serepeyv