Cotmeh 17, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Heval Ebûbekir: Em ji hikûmeta navendî dixwazin ku lihevkirinnameya şandina miaşan bi cih bîne

Parêzgarê Silêmaniyê ji hikûmeta navendî ya Iraqê xwest ku ji bo bidawîanîna boykota enstîtûyên fêrkariyê, lihevkirinnameya digel Herêma Kurdistanê ya derbarê şandina miaşa karmend û mamosteyan di dema xwe da bi cih bîne.

Heval Ebûbekir Parêzgarê Silêmaniyê di presskonferansa îro da got: Ez ji hikûmeta Iraqê dixwazim ku lihevkirinnameyê bi cih bîne û miaşan di dema xwe da bişîne da ku ev rewş (greva mamosteyan) bi dawî bibe.

Wî got: Nabe ku em dîsan ji bo bêparkirina xwendevanên xwe zilm bikin; loma xwesteka min ev e ku berjewendî û mesleheta gelemperî were berçavgirtin da ku em bikarin pêvajoya fêrkariyê ji nû va dest pê bikin.

Wî got: Ez sipasiya dibistanan dikim ku hejmareke zehf ji wan fêrkariya xwe ji nû va dest pê kirine û hêvîdar im ku mamoste herî zûtir heqê xwe bi dest bixin; çi bikarwergirtina mamosteyan û çi dayîna miaşê ji bo bidawîanîna vê qeyranê.

Li gorî gotina parêzgar, "Pêvajo û heyama perwerdehiyê nayê cebirandin; mirina çaverênekirî ya nexweşan li nexweşxaneyan nayê cebirandin, loma ez hêvîdar im berjwendiyên gelemperî bên berçavgirtin û gişt vegerin karê xwe.

Serepeyv