Cotmeh 16, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Endamê pilebilind ê Yekitiyê: Nakokiyên siyasî di navbera Bexda û Hewlêrê de bandoreke nerênî daniye ser miaşa karmendên Herêmê

Endamê pilebilind ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bal kişand ser vê yekê ku nakokiyên siyasî di navbera Bexda û Hewlêrê de, bandoreke nerênî kiriyei ser miaşa karmendên Herêma Kurdistanê û got: Nabe ku miaşa karmendên Herêma Kurdistanê girêdayî bi nakokiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê be.

 

Qiyas Sûrçî di gotûbêja  bi  ajansa  El-Melûmeyê re ragihand: Pêwîst e mijara miaşa karmendên Herêma Kurdistanê dûrî nakokiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de were çareserkirin û  nabe ku berpirsiyariya pirsgirêkên siyasî di navbera Bexda û Hewlêrê bixin istûyê karmendên  herêmê.Sûrçî her wiha got, karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê , ev iraqî ne ku divê wek hevtayên wan yên li parêzgehên din ên Iraqê bi wan re jî reftarê bikin û miaşa wan  dûr ji nakokiyên siyasî yên di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanêwere dayîn. 

Vî endamê pilebilind ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê got: Hin aliyên siyasî li Iraqê  bi dû cihhatina armancên taybet in û naxwazin kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser bibin û dixwazin qeyrana mafên karmendan bidome, lewma divê  hikûmeta Herêma Kurdistanê miaşa van karmendan bide.Duh jî nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê ragihand, ji ber pirsgirêkên qanûnî nikarin rasterast miaşa karmendên Herêam  Kurdistana  Iraqê bidin.

 

Serepeyv