Îlon 24, 2023 16:32 Asia/Tehran
  • Hebûna hêzên MIT'ê li bajarên Herêma Kurdistana Iraqê zêde bûye

Berpirsa Saziya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê ragihand ku çalakiyên Rêxistina Îstixbarata Tirkiyê (MIT) li nav bajarên Herêma Kurdistanê zêde bûye û vê yekê pêkhateya Herêma Kurdistanê tûşî xeterê aniye.

Rabîhe Hemed Berpirsa teşkîlata YNK'yê li Bexdayê ragihand, Tirkiye berdewam gefê li Herêma Kurdistana Iraqê dixwe, xwefirrên Artêşa Tirkiyê berdewam li asimanê Herêma Kurdistanê difirrin û gefê li jiyan û canê welatiyan dixwin. Êrîşên xwefirrên artêşa Tirkiyê ji navçeyên sînorî wêdatir çûne û navenda Herêma Kurdistana Iraqê kirine armanc.

Wêî gopt: Hebûna hêzên MIT'ê li bajarên Herêmê zêdetir bûye, ev yek ne tenê gefek dijî Parêzgeha Silêmaniyê uye, belkî gefê li seranserî Herêma Kurdistanê û pêkhateya wê dixwe. Çima hikûmeta Iraqê bertek nîşanî van êrîşan nade? Divê ev hikûmet bersivdêr be; gelo destê hikûmeta Iraqê bixwe di paş perdeya van êrîşan da heye? An jî enqest helwêstekî di vî warî da hilênaxe? Tirkiyê ji hêla avê va zexct aniye ser Iraqê û çemê Dijle û Firatê ziha dike; Iraqê deyndara Tirkiyê nîne ku nekare dijî vê dewletê tev bigere.

 

Serepeyv