Îlon 22, 2023 17:02 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Yekitiyê di karûbarên enerjiyê de: Pirsgirêka niftê û hinardekirina wê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê siyasî ye

Şêwirmendê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê tekez kir, ku pirsgirêka niftê û hinardekirina wê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, pirsgirêkeke siyasî ye.


Behcet Ehmed di gotûbêja bi  ajansa nûçeyan ya Bexda El-Yewmê re ragehand ku, mijara destpêkirina şandina  nifta Iraqê ti têkiliya xwe  xwe bi rêketina darayî ya vê dawiyê ya Bexda û Hewlêrê tine, ku dayîna mûçeyên karmendan  bo mideha sê mehan têde heye. 

 Wî got: Pirsgirêka şandina nifta  Iraqê pirsgirêkeke siyasî ye, ne aborî û teknîkî , lewma nayê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê bike. ji ber ku Tirkiye dê di demek nêzîk de  bo hinardekirina niftêgelek hincetên curbicur hebe. 

 

Pêştir Alp Erselan Bêreqdar ,Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê  di 14ê Îlona 2023an de ragihandibû, ku boriya niftê ya di navbera Iraq û Tirkiyê de, dê di demeke nêzîk de ji aliyê teknîkî ve ji bo xebatê amade bibe û dê rewş bo hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê xweş bibe.

Hevgav Mehmûd El-Heyanî, endamê hevpeymaniya Fetih a  Iraqê di hevpeyvînekê de amaje bi vê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê  erkên xwe yên derbarê radestkirina dahatên niftê ûû dergehên sînorî cih nayne û got: Qeyrana miaşa Karmendên Herêma Kurdistanê tenê  dê bi destwerdana  Bexdayê  û Wezareta Darayî ya Iraqê  li karûbarên  karmendên Herêma Kurdistanê dê çareser bibe.

 

Serepeyv