Îlon 22, 2023 10:40 Asia/Tehran
  • Şandina pereyan ji Bexdayê bi deyn xetereke din a mezin e bo Herêma Kurdistanê

Endamekî Encûmena Bilind a Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ragihand, şandina pereyan ji Bexdayê bi deyn, gefeke mezin e dijî Herêma Kurdistanê ye.

 

 Hakim Qadir, Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di hevpeyvînekê de

derbarê dayîna pereyê bi deyn ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê ragihand ku wergirtina mûçeyên karmendan yek ji mafên sereke yên Herêma Kurdistanê ye û nabe ev pere bi deyn ji wan re bê dayîn, bi taybetî ku dê di paşerojê de  gelek zehmetiyan bo Herêma Kurdistanê çê bike, lewma divê  pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî bingehîn bên çareserkirin, ne ku qeyran bên kûrtirkirin.

Hakim Qadir got ku divê  pereyê ku ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê tê şandin bo dayîna mûçeyên karmend û mûçeyên xanenişînan were terxankirin û bi ti awayî nabe ew pere ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên aborî were bikaranîn ji ber ku karmendan gelek ber xwe dane û rewşeke  xerab derbas kirine û pêwîst e demlidest miaşa wan bê dayîn.

Hevgav Yûsif Kilabî yek ji nûnerên Ereb ên parlemana Iraqê hinek agahî li ser hejmara xanenişînên pilebilind ên Herêma Kurdistanê belav kirin ku  nîşan dide sedî 51ê hemû xanenişînên pilebilind ên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne û  sedî 49  ê wan li Iraqê ne, lê  bi tenê li sê parêzgehên Herêma Kurdistanê  bi qasî hemî Iraqê xanenişînên pilebilind hene. 

Yûsif Kilabî ,Nûnerê serbixwe yê Komîsyona Darayî û Aborî ya Parlemana Iraqê nerazîbûna xwe li hember dayîna deynê bo Herêma Kurdistanê ragihand û  û got ku  dayîna vê deyn karekî neqanûnî ye û nîşana karekî şexsî ye.

Ji aliyê din ve,  Dadgeha Federal a Iraqê  şikata endamekî parlemana vî welatî derheq betalkirina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê red kir.Çavkaniyeke agehdar ji Dadgeha Federal a Iraqê ragihand, hefteya borî Dadgeha Federal a Iraqê şikata parlamenterekî Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê red kir.

 

Serepeyv