Zelalkirina mijarekî ji aliyê Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê
Îlon 16, 2023 16:59 Asia/Tehran
Îro li torên civakî yên Herêma Kurdistana Iraqê hatiye îdiakirin ku Îranê dema cîbicîkirina rêkeftina xwe ligel Iraqê 10 roj dirêj kiriye.
Li gor ragihandina nûçegîhanê SAHAR a kurdî li Hewlêrê, Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî her nûçeyek derbarê dirêjkirina rêkeftina ewlehiyê ya ligel Iraqê red kir û ew derew dan zanîn.
Wî got ku muhleta cîbicîkirina rêkeftina ewlehî ya Îranê bi Iraqê re di 19 vê mehê de dê bi dawî bibe.