Tîrmeh 15, 2023 18:01 Asia/Tehran
  • Balafirên şer  ên Tirkiyê gundek Amêdiyê bombebaran kirin: Agirek mezin bi erazî ketiye

Balafirên şer yên Tirkiyê, gundek Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir, ji ber êrişê agirek mezin bi erazî ketiye.

Li gorî agahiyên ji Herêma Kurdistanê hatine standin, balafirên şer  yên Tirkiyê, gundê Berçî ya ser bi Amêdiyê a ser bi Duhokê bombebaran kiriye.

Gorî agahiyan ji ber êrişê agirek mezin bi eraziya herêmê ketiye û heya niha jî agir nehatiye vemirandin.

Derbarê ziyanan de ti agahiyek nehate bidestxistin, tê gotin liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike.

Serepeyv