Tîrmeh 02, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • Mehma Xelîl: Îradeya siyasî ji bo pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê ya Iraqê di vê dora Meclîsê da heye

Nûnerekî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Meclîsa Iraqê tekezî li ser hebûna îradeya siyasî ji bo pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê ya Iraqê di vê dora Meclîsa Iraqê kir.

Mehma Xelîl got: Lidarxitina civînên navbera berpirsên hikûmeta federal û rêberên partiyên kurdistanî di astên herî bilind da, ji bilî lidarxistina bi dehan civînên desteyên teknîkî, nîşûana hebûna îradeyeke siyasî ji bo pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê ya Iraqê ye.

Wî bi gotina vêya ku hemî hêzên hevpeymaniya Rêveberiya hikûmetê li Iraqê derbarê pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê ya Iraqê di dora niha ya Meclîsa nûneran da bi armanca bidawîhanîna pirsgirêkên navbera hikûmetên federal û Herêma Kurdistana Iraqê hevdeng in, got: Mijara nift û gazê di civînên bê da dê bikeve destûrkara Meclîsa nûneran; ji ber ku gişt hez dikin ev mesele were çareserkirin.

 

Serepeyv