Hezîran 22, 2023 10:28 Asia/Tehran
  • Tirkiyê ji Herêma kurdistanê xwestiye ku kirêya boriyên niftê bide

Wezareta Niftê ya Iraqê ragihand ku bo çareserkirina hemî pirsgirêkên ku Tirkiye îdia dike di boriyên niftê yên Herêam Kurdistanê hene, amadetiya xwe heye.

Wezareta niftê ya Iraqê ji şanda Tirkiyê re ragihand ku  ew bo çarserkirina hemî pisrgirêkên ku Tirkiye îdia dike di boriyên niftê de hene amade ne û got ku  Tirkiye daxwaza wergirtina kirêya sê mehên derbasbûyî yên boriyên  niftê yên Herêma Kurdistanê dike.

Şandeke Wezareta Enerjî û çavkaniyên xwezayî yên Tirkiyê vê dawiyê sefera Bexdayê kir û bi şandeke  Wezareta niftê ya Iraqê re bi amadebûna Nunerê Herêma kurdistanê hevdîtin pêk anî lê gotûbêjên  di vê hevdîtinê  de bêencam bûn.

 Nêhro Mehmûd, Alîkarê Serokê Komîsyona Nift û gazê li parlemana Iraqê got: Aliyên Tirkiyê derbarê vê yekê de ragihandin ku  hinek pirsgirêkên teknîkî hene û ji ber ku midehek e hinardekirina niftê hatiye rawestandin boriyên niftê ziyan dîtine lewma hîna hinardekirina nifta Herêma kurdistanê destpê nekirine.

  Nêhro Mehmûd her wiha got: di hevdîtina şanda Tirkiyê û Wezareta Niftê ya Iraqê tev nunerê Herêma kurdistanê, Tirkiyê nexwestiye ku li xisareta ku dadgeha Parîsê ser vî welatî de sepandiye, xweş bibe lê xwestiye ku Iraq, diravê çend mehên ku hinardekirina nifta herêmê hatiye rawestandin, bide.

Hevgav Endamê Komîsyona  Nift û Çakaniyên xwezayî li parlemana Iraqê ragihad ku  Tirkiyê sê şert bo destpêkirina hinardekirina  nifta herêma kurdistanê  ji riya bendera Cêyhanê kivş kirine.

 Senah Subhî, Endamê Komîsyona  Nift û Çakaniyên Xwezayî li parlemana Iraqê got: Yekim şert, dev berdana  ji xisaretekê ye ku  Dadgeha Parîsê bo welatî birriye, şertê didyan, parastina  heqê Tirkiyê di peyamana  veguhestian niftê de ye.

 Şertê sisyan jî ew e ku  divê Tirkiye wek welatê sisyan,  di vê pêvajoyê de rola xwe hebe.

 

 

Serepeyv