Nifta firotî ya Herêma Kurdistana Iraqê di dereqa sala derbasbûyî de, zêdetirî 13 milyar dolarî bûye
Nuner û Endamê berê yê Komîsyona Nift û Enerjiyê yê parlemana Iraqê bal kişand ser vê yekê ku nifta firotî ya Herêma Kurdistanê di sala derbasbûyî de, ji 13 milyar dolarî derbas bûye, Hewlêr tawanbar kir ku miaşa kedkarên xwe nade.
Qalib Muhemed Elî, bal kişand ser vê yekê ku asta nifta xav a berhemhatî li Herêma kurdistanê ji sala 2007- an heta niha zêetirî yek milyard û 540 milyon bermîl bûye û got: Piraniya nifta berhemhatî bo dervey welêt hatiye hinardekirin lê welatiyên kurd li Herêma kurdistana Iraqê ji van derhatan bêpar bûne.
Wî destnîşan kir: Derhatên niftê yên Hikûmeta Herêma kurdistanê di sala 2022-an ji 13 milyar dolar jordetir çûye, lê pereyên ku radestî xizîneya dewletê bûne, zêdetirî 5 milyar dolarî ye, lê kedkarên hikûmeta herêmê heta meha dazdan a sala derbasbûyî mişaşa xwe wernegirtibûn.