Hezîran 11, 2023 16:00 Asia/Tehran

Endamê Komîsyona Aborî ya Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê got ku Qeyrana meaşa karmendên Herêmê piştî pesendkirina pêşnumaya bûceya gelemperî ya Iraqê dê were çareserkirin.

Sebbah Hesen endamê Komîsyona Aborî ya Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got: Bexda wê piştî pesendkirina vê pêşnumayê dê meaşa mehane ya karmendên Herêmê bi tamî bo Hewlêrê bişîne.

Wî tevî amajeya bi vêya ku hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh hewcetî bi 900 miliyar dînarî ji bo dayîna meaşa karmendên xwe heye got ku pişka mehane ya Herêma Kurdistanê ji bûceya Iraqê zêdetirî 1200 miliyar dînar e. Loma Hewlêr dikare bi tam û berdewam meaşa karmendên xwe bide.

Amanc Rehîm Sekreterê Desteya Wezîran a Hikûneta Guhestinê ya Herêma Kurdistanê jî got: Bi pesendkirina Xala 12an a Bûceya sala 2023an a Iraqê, Herêma Kurdistanê dê 18.310 miliyar dînarî (her meh 1.526 miliyar dînarî) wergire.

Serepeyv