May 22, 2023 08:41 Asia/Tehran
  • Operasyona neqanûnî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê berdewam e

Balefirên cengê yên Artêşa Tirkiyê careke din bakurê Iraqê bombebaran kirin.

Tirkiye hertim bi behaneya şerê dijî komên terorîstî li navçeyên bakurê Iraq û Sûriyê operasyonên leşkerî pêk tîne.

Di vî warî da balefirên cengê yên Tirkiyê berêvara Yekşemiyê herêma Amêdiyê li parêzgeha Dihokê ya bakurê Iraqê bi behaneya şerê dijî PKK'yê dan ber êrîşê.

Ev êrîş di rewşekê da pêk tên ku Bexdayê bi caran ev êrîşên Tirkiyê wek Dagirkerî bi nav kirine û ew şermezar kirine; ji ber êrîşên bidûhev ên Artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraq û Sûriyê, niştecihên gelek ji van deveran neçar mane terka warê xwe bidin.

 

Serepeyv