May 21, 2023 17:47 Asia/Tehran
  • Ti kêşeyek di piştrastkirina pişka Herêma KUrdistana Iraqê j bûceya gelemperî ya welêt tineye

Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Meclîsa Iraqê hebûna her cûre pirsgirêkekê ku bibe pişka Herêma Kurdistanê ji bûceya gelemeprî ya Iraqê ji aliyê Komîsyona Darayîyê ya Meclîsê va neyê piştrastkirin, derew zanî.

Şîrwan Dûberdanî Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Meclîsa Iraqê got: Komîsyona Darayîyê ya Meclîsa Iraqê ne tenê pişka Herêma Kurdistanê ji pêşnumaya Bûceya Gelemperî ya îsal a Iraqê vedikolîne, belkî berûlayên cûrbicûr ên vê pêşnumayê ji wan zêdekirin û pêvekên nê di pêşnumayê da vedikolîne; loma ti pirsgirêkek di piştrastkirina pişka Herêmê ji Bûceya Gelemperî tineye û Komîsyona Darayîyê ya Meclîsa Iraqê vê demê mijûl e zêdetirî 60 bendan ji pêşnivîsa Qanûna Bûceya Gelemperî ya Iraqê piştrast dike û sibe anku Duşemiyê pêvajoya vê piştrastkirinê tê temamkirin û pêşnumaya bûceyê li meclîsê dê bikeve ber dengdanê.

Di vî warî da Amanc Rehîm Sekreterê Desteya Wezîrên Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihand ku vê desteyê guherînek di benda duyem a Xala 12an a Pêşnumaya Bûceya giştî ya Iraqê îcad kiriye û serrastkirinek li ser xêra Herêma Kurdistanê jêbiriye.

Di benda duyem a Xala 12an a Pêşnumaya Bûceya Giştî ya Iraqê da hatibû destnîşankirin ku nabe pişka hikûmeta Herêma Kurdistanê ji asta derhatên niftê û derbasgehên sînorî zêdetir be; Vêca di guhertina pêkhatî ji aliyê Desteya Wezîran a Hikûmeta Iraqê da hevoka "Nabe ku zêdetir be" hatiye jêbirin.

Serepeyv