May 14, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê; Nakokiya çaresernebûyî navbera Hewlêr û Bexdayê

Endamekî Komîsyona Nift û Enerjiyê ya Meclîsa Iraqê birra pereyên ku hikûmeta Herêma KUrdistanê divê piştî bicihanna lihevkirinameya xwe ya niftê digel hikûmeta federal li Bexdayê vegerîne, roja 36 miliyon dolar ragihand.

Întisar Cezayîrî endamê Komîsyona Nift û Enerjiyê ya Meclîsa Iraqê bi ragihandina vêya ku Herêma Kurdistana Iraqê ji demeke dirêj va qaçaxa niftê bi bihayê erzan bo Rejîma Siyonîst û aliyên din ku pênaseya wan diyar nîne, dikiriye, got: Herêma Kurdistanê tenê bi qaçaxa niftê razî nebûye, belkî berhemên niftê jî bo parêzgehêîn Iraqê qaçax dike.

W her wiha got: Pereyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî bicihhatina fermî ya lihevkirinnameya fermî divê li Xezaneya hikûmeta navendî vegerîne, li gorî nirxa cîhanî di salên derbasbûyî da 80 dolar ji bo her bermîlekê bûye, nêzikî 36 miliyon dolar di rojê da hatiye berawirdkirin.

Sebah Hesen nûnerekî Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî bi gotina vêya ku zirarên darayî yên ji ber rawestandina zêde ji 50 ropjan hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê zêdetirî miliyarek û 300 miliyon dolarî ye, got: Herêma Kurdistana Iraqê hemî nifta xwe ya berhemhatî radestî Kompaniya Somo'yê kiriye ku berpirsyariya tam a derxistin û firotina nifta Iraqê girtiye ustiyê xwe; loma nikare gotûbêjeke nû digel Tirkiyê dest pê bike.

Ji aliyê din va, Wefa Muhemed Kerîm endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî tevî tekeziya li ser vêya ku Tirkiyê pêvajoya  domandina hinardekirina nifta Iraqê ji ber ku naxwaza cirîmeya xwe bide Bexdayê, paşda davêje, got: Enqere ji ber lihevkirina niftî ya navbera Bexda û Hewlêrê tûşî zirar û ziyanê bûye, loma siyaseta niftê ya Tirkiyê heta tevî desthilatdarbûna opozîsyonê li wî welatî dê neguhere; lê Tirkiye dê neçar be bi zûtî rê bide ku pêvajoya hinardekirina nifta Iraqê ji nû va were destpêkirin.

 Her çend ku gotûbêjên niftê navbera Hewlêr û Bexdayê û wajokirina vê lihevkirinnameyê navebra Mesrûr Barzanî û Muhemed Şiya Sûdanî hêviyên ji bo hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê di demeke herî zû da vejiyandin, lê dibê qey ev lihevkirinname tûşî berbendên nû ji aliyê dewleta Tirkiyê va bûye.

 

Serepeyv