May 14, 2023 15:47 Asia/Tehran
  • Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Çiyayên Zabê yên bakurê Iraqê hat kuştin

Leşkerekî artêşa Tirkiyê bi navê Muhemed Kûçûk di operasyona van hêzan da li çiyayên bakurê Herêma Kurdistana Iraqê hat kuşçtin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi dayîna daxuyaniyekê ragihand ku leşkerekî artêşa vî welatî bi navê Muhemed Kûçûk di roja 12ê Gulanê da dema operasyona artêşa Tirkyiê li navçeyên Zab, Avaşîn û Metînayê li bakurê Herêma Kurdistana Iraqê hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye êrîşên artêşa Tirkiyê ser çiyayên Zab, Avaşîn û Metînayê li Herêma Kurdistana Iraqê tevî biryara PKK'yê ji bo agirbesê piştî erdheja 6ê Sibata 2023an, hema wisa didomin.

 

Serepeyv