Seroka Fraksiyona Tevgera Nifşa nû: Hilbijartinên parlemana Kurdistanê dê di dema xwe ya qirarkirî de neyên lidarxistin
Seroka Fraksiyona Tevgera Nifşa nû li parlemana Iraqê got: Hilbijartinên parelamna Kurdistanê dê di dema xwe ya qirarkirî de neyên lidarxistin jiber ku du partiyên sereke yên serdest li Herêma kurdistanê, naxwazin ev hilabijartinan bên lidarxistin.
Sirwe Ebdulwahid, di hevpevînekê got: Me dosyek şandiye dadgeha Federal a Iraqê dijî direlkirina dewreya parlemana Kurdistanê û em li benda dengê vê dadgehê derbarê neqanûnîbûna vê kiryarê nem ji ber ku Herêma kurdistanê nabe bêyî parleman bîmîne û divê têde hilbijartinên parlemanî were lidarxistin an civaka cîhanî Hewlêr neçar bike ku hilbijartinê li dar bixe.
Seroka Fraksiyona Tevgera Nifşa nû li parlemana Iraqê derbarê pêbendiya hikûmeta Herêma kurdistanê li hikmên dadgeha Federal a Iraqê derbarê hinardekirina nifta herêmê jî got: Hewlêr carnan neçar dibe pêbendî van hikman bibe lê carnan van hikman cih nayne.
Ger çi PDK û YNK wek du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê îdia dikin ku daxwaza lidaxristina hilbijartinên parlemanî yên herêmê dikin lê dijberên wan ser vê bawerê ne ku hema ev du partî bi mehneyên curbicur pêşiya liadrxistina hilbijartinên parlemana Herêma kurdistanê girtine.