May 04, 2023 16:22 Asia/Tehran
  • YNK'yê ji bo guhertina Qanûna Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê giliya xwe bir Bexdayê

Fraksyona Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku vê partiyê giliyek ji bo guhertina Qanûna Hilbijartinê ya Parlimana Herêmê raberî Dadgeha Federal a Iraqê kiriye.

Ziyad Cebbar Serokê Fraksyona YNK'yê li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê got: Me ji bo reforma çend xalên sereke yên Qanûna Hilbijartinê giliyek li Dadgeha Federal vekiriye.

Hevdem Luqman Vêrdî Alîkarê Serokê Fraksyona YNK'yê li Parlimana Herêma Kurdistanê jî got: Ev du sal in ku em ji bo lihevkirina li ser reforma Qanûna Hilbijartinê dixebitin, lê heta niha Partiya Demokrat (PDK) ti pêngaveke ciddî di vî warî da ranekiriye.

Wî got: YNK lidarxistina hilbijartina parlimanê bi qanûna berê napejirîne; di vî warî da fraksyona me li Parlimana Herêma Kurdistanê ji bo reforma Qanûna Hilbijartinê ya Hejmara 1ê ya sala 1992an giliyek li Dadgeha Federal a Iraqê vekiriye û eger Dadgeha Federal ji bo neqanûnîbûna dirêjkirina çalakiya Parlimana Herêma Kurdistanê biryar dide, divê ji bo reforma Qanûna Hilbijartinê jî çareseriyekê bike û pêşî li lidarxistina hilbijartinê bi qanûna qedîmî bigire; ji ber ku qanûna berê rewşa niha naguherîne û ji pêvajoya demokrasiyê derdikeve.

 

Serepeyv