Nîsan 26, 2023 17:22 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Çiyayê Metîna li Dihokê bombebaran kir

Firoke û topxaneya Artêşa Tirkiyê, îro devera Nihêlê ya li quntarê Çiyayê Metîna yê ser bi navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin.

Li gor zanyariyan îro di demjimêr 10:45an de Tirkiyê navçeya Sûra Sigêrê ya devera Nihêlê li quntarê Çiyayê Metîn bombebaran kir.”

 

Li gor zanyariyan, Tirkiyê hem bi dronê û hem bi topxaneyê ew dever kiriye armanc.

 

Li gorî agahîyan, heftiyek e Tirkiye bi awayekî berdewam navçeyê topbaran û bombebaran dike û ji ber wê jî tirs û xof ketine di nava gel de.

 

Tê gotin ku ti zirarên canî çênebûne, lê bi awayekî berdewam zirarek mezin digihe xwezayê, bi taybet niha ku demsala biharê ye û dem dema gihîştina giya ye.”

 

Serepeyv