Nîsan 22, 2023 17:08 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Iraqê fermana şandina 200 milyard dînarî bo Herêma Kurdistanê daye

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand: Fermana şandina 400 milyard dînarî bo Herêma Kurdistanê daye, lê hikûmeta Bexdayê nîvî wî diravî dişîne Hewlêrê.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ‘Basim Ewwadî’ herwiha got: Di civîna desteya wezîran a hikûmeta navendî ya herî dawîn da fermana şandina 400 milyard dînarî bo Herêma Kurdistanê hat dayîn, lê hikûmeta Bexdayê bi hegera pesendnekirina bûceyê û kêmbûna dirêv nîvê wî diravî yanî 200 milyard dînarî yê di çend rojên bê da bişîne Hewlêrê.

Eva di halekî da ye ku berî vîya biryar bû heta dema ku pêşnumeya qanûna bûca Iraqê tê pesendkirin, 400 milyard dînarî bişîne Herêma Kurdistanê.

Li gorî nameya Wezareta Karên Hundur a Iraqê nifûsa Herêma Kurdistanê sedî 14ê nifûsa wî welatî pêk tîne û pişka Herêma Kurdistanê ji bûca giştî ya Iraqê sedî 12.67 hatîye destnîşankirin.

 

Serepeyv