Adar 25, 2023 18:59 Asia/Tehran
  • Iraq li dosyeya şandina nifta Herêma Kurdistanêê bi rêya Tirkiyê bi ser ket

Li gor hikmê Dîwana Hekemtiya Navneteweyî ya Parîsê, Herêma Kurdistanêa Iraqê êdî nikare bi rêya Tirkiyê ve nifta xwe hinarde bike.

 Herêma Kurdistanêa Iraqê bi salan e nifta xwe bi rêya bendera Cêyhana Tirkiyê û bêyî îzna Hikûmeta navendî ya Iraqê dişîne bazarên cîhanê.

Hikûmeta wê demê ya Iraqê di sala 2014’an de li Dîwana navneteweyî ya Daweriyê li Parîsê dijî Tirkiyê doz vekir.

 Kovara Argus Media’yê ragihand ku Bexdayê ji Tirkyê re ragihandiye ku dengê dadgehê ser xêra hikûmeta navendî ya Iraqê bûye û Enqere ji ber firotina nifta Herêma Kurdistanêê hatiye mehkûmkirin.

 Vê kovarê her wiha ragihandiye ku li gor dengê Dîwana Navneteweyî ya Hekemtiyê, Tirkiyê jî ragihandiye Hewlêr ji niha şûn de nikare bêyî îzna Bexdayê nifta xwe bi rêya Tirkiyê va hinarde bike.

 

Serepeyv