Adar 17, 2023 18:09 Asia/Tehran
  •  Êminkî: “Ti pirsgirêkek di navbera PDK û YNK’yê da tine, yên heyî hikûmî ne”

Berpirsê Dayîreya Peywendîyên Giştî ya PDK’yê ragihand: “Ti pirsgirêkek di navbera PDK û YNK’yê da tine, yên heyî pirsgirêkên hikûmî ne.”

Berpirsê Dayîreya Peywendîyên Giştî ya PDK’yê “Cafer Êminkî” ragihand ku pirsgirêkên ku hene ne yên PDK û YNK’yê belkî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, yek ji wan mijara ewlehîyê ye ku ne ya PDK’yê û ne jî ya YNK’yê ye belkî ya Herêma Kurdistanê ye.

Berpirsê Dayîreya Peywendîyên Giştî ya PDK’yê herwiha got: Çend civîn di navbera PDK û YNK’yê da hatine lidarxistin û di navbera wan wek du partîyan da ti pirsgirêkek tineye. Herwiha heke em bixwazin basa şirîkatîyê bikin, wekîlên PDK û YNK’yê derheq lidarxistina civînê lihev kirine, YNK belgeyeke sererastkirina û çaksazîyan di hikûmetê da raber kirîye me jî belgeya xwe heye ku biryar e her du nusxe bi kurtasî di nusxeyekê da werin bicihkirin. 

“Cafer Êminkî” derbara civîna her du partîyan da jî got: Rewş hêwir bûye û ber bi başbûnê va diçe, lewma biryar e ku PDK û YNK’yê di vê mehê da civînekê li dar bixin û derbara gellek mijarên ji pêş va destnîşankirî biryarê bidin û wan yekalî bikin.

 

 

Serepeyv