Adar 17, 2023 14:57 Asia/Tehran
  • “Eger Kurd civînên Meclîsa Iraqê boykot bikin, wê derdayîyê yekem bin”

Parlimanterê tirkman ê dewra buhurî ya Meclîsa Iraqê, got ku dûr e kurd civînên Meclîsa Iraqê yên têkildarî zêdenekirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûceya giştî ya îsal a Hikûmeta Federal, boykot bikin.

Wî herwiha got: “Kurd dê karekî wiha nekin ji ber ku pêşnumaya vê dawîyê çi bi boykotkirinê û çi jî bi erêkirina wan dê were pejirandin.”

‘Casim Mihemed Beyatî’ got: “Eger Kurd civînên Meclîsa Iraqê bona para xwe ya di pêşnumaya bûceya Hikûmeta Federal da boykot bikin, bi vî karî wê derdayîyê sereke bin, ji ber ku ev pêşnumaya di her halekî da dê were pejirandin.”

Wî pêgirî kir ku kurdan di dewrên buhurî yên Meclîsa Iraqê da hewil dan nerazîbûna xwe himber asta para xwe di pêşnumayên bûcê da nîşan bidin, lê di vê dewrê da ewqas zîrek û biferast in ku careka din vî karî nekin.

Her çend van rojan li ser para Herêma Kurdistanê di bûceya Iraqê da û hewldana ji bo jiholêrakirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da çend dewrên muzakireyan hatin lidarxistin û hin aliyên muzakireyan van civînan erênî dinirxînin, lê heta niha encama erênî ya van gotûbêjan bi awayekî fermî nehatiye ragihandin û bicihanîn.

 

Serepeyv