Adar 16, 2023 16:08 Asia/Tehran
  •  Li Duhokê helîkopterek ket; 7 kes mirin

Li nahyeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê helîkopterek ket xwarê û li gor çavkaniyekî serbazî di encamê de 7 kes mirine lê heta niha sedema ketina wê ne diyar e.

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Tirkiyê ragihand ku berpirsên Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kirine ku ew helîkopter ya Artêşa Tirkiyê be.

Di vîdeoyekê de dîyar e ku agirekî gurr û berfire berbûye  helîkopterê çend kes tê de mirine.

Heta niha nayê zanîn helîkopter a kîjan welatî ye û çima ketiye xwarê. Şahidên bûyerê dibêjin ku hejmareke zêda ya miriyan heye.

Nayê zanîn helîkopter bûye armanc an jî ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye.

Li gorî agahîyan piraniya terman şewitîne û heta niha nehatine naskirin.

Helîkopter li nêzî gundê Bêrkiyatî yê nahyeya Çemankê ketiye xwarê ku li nêzî cihê bûyerê kompanîyeke petrolê heye.

Lê Shar Press’ê ragihand ku Dezgeha Dijeterorê ya Herêma Kurdistanê aşkira kir ku çend çekdarên PKK’yê di nav wê helekopterê da bûne û Tirkîye, Iraq û hêzên hevpeyman jî dibêjin ku helekopter ne ya wan e.

 

 

Serepeyv