Adar 04, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • PDK’yê bi tundî YNK hişyar kir

Endamekî Polîtebîroya PDK’yê idiaya hin çavkanîyên nûçeyan li Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî desthebûna vê partîyê di nakokîyên di navbera serokên YNK’yê da ret kir û got ku ti hegerek tineye ku PDk bixwaze derheq nakokîyên di navbera “Bafil Talebanî” û “Lahûr Şêx-Cengî” da piştgirîyê bide Lahûr.

PDK’yê bi tundî hişyarîyê da YNK’yê û radigihand: Heke hûn bi dû bedîlekî dewsa PDK’yê bin, dê barê we girantir bibe.

“Fazil Mîranî” endamê polîtebîroya PDK’yê got: “Heke me destwerdan di karên navxweyî yên YNK’yê da kiribe, wê demê mafê wan e, lê em çima divê destwerdanê di karên YNK’yê da bikin. Çima divê em himberî kurên ‘Mam Celal’, pişta Lahûr bigirin? Çî yê Lahûr ji wan baştir e?”

Fazîl Mîranî berpirsê Desteya Kargêr a Polîtebîroya PDK’yê herwiha got: “Nika kursîya pêkhateyan girêkorka gêreyên di navbera PDK û YNK’yê da ye, em ser vê bawerê ne ku em û YNK zêdetir li ser pêkhateyan biryar nedin, nebin berevanê wan, çi mesîhî yan turkman her biryarekê bidin, bila em qebûl bikin.”

 

 

Serepeyv