Hewlên ji bo çareserkirina nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da tên domandin
Hevalbendîya Dewleta Qanûnê ragihand ku Hewlêr û Bexda derbara pêşnumeya bûceyê da nêzîkî lihevkirinê bûne û parlimanterekî vê hevalbendîyê jî ragihand ku Hewlêr û Bexda nêzîkî nehîştina tam a nakokîyan bûne.
Hevalbendîya Dewleta Qanûnê bi serokatîya “Nûrî Malikî” ragihand: Hikûmetên navendî û Herêma Kurdistanê nêzîkî lihevkirina gitşalî ji bo nehîştina tam a nakokîyan bûne.
Parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê “Ehmed Wetîfî” di vî warî da got: Hevahengî û lihevkirina têkildarî pêşnumeya bûceyê di qonaxên dawîyê da ye û em geşbîn in ku partîyên sîyasî li parlimanê li hev bikin û ew bigihêje qonaxa bicihanînê û bi hêsanî were pesendkirin.
Vî parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê amajeyî helwest û liyêkgiheştinên têkildarî çareserkirina pirsgirêkên hilawêstî di navbera Bexda û Hewlêrê da kir û got ku Hikûmetên navendî û Herêma Kurdistanê nêzîkî lihevkirina gitşalî ji bo nehîştina tam a nakokîyan bûne.
Berî vîya “Çîya Têymûr” parlimanterê PDK’yê li parlimana Iraqê ragihandibû ku di muzakireyên vê dawîyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da têkildarî qanûna nift û gazê û pişka Herêma Kurdistanê ji bûca giştî û bidawîhanîna nakokîyên di navbera her du alîyan da, hin lihevkirinên berayî pêk hatine.