Endamê pilebilind ê YNK’yê: PDK’yê Hewlêr xistiye bin barê deynên zêdetirî 24 milyar dolarî
Enamê Pilebilind ê YNK’yê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya “Mesrûr Barzanî” tawanbar kir ku nikare hemî pirsgirêkên bi hikûmeta Federal a Iraqê re çareser bike û got: “PDK`yê Hewlêr xistiye bin deynên zêdetirî 24 milyar dolarî”.
“Mehmûd Xweşnav” di hevpeyvîneke rojnamevaniyê de got: “Felsefeya hikûmetê li Herêma Kurdistanê ne li gor viyana welatiyan e û PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî, Herêm rastî deynên aborî bi qasê 24 milyar dolar kiriye.”
Xweşnav bal kişand ser vê yekê ku li nav xelkê Herêma Kurdistanê ji ber zelalnebûna derhatên niftê yên herêmê nerazîbûneke zêde heye û got: “Şanda kurdan li Bexdayê nunertiya herêmê nake”.
Endamê pilebilind ê Yekitî’yê her wiha got: “YNK’yê hikûmeta herêmê boykot nekiriye belkî civînên kabîneya herêmê boykot kirine.”
Mehmûd Xweşnav îdia kir ku YNK bi kabîneya Mesrûr Barzanî re hevkarî dike lê ne şirîkê hikûmeta herêmê ye.