Sibat 27, 2023 17:55 Asia/Tehran
  • Nûnerekî parlermana Herêma Kurdistanê îstifa kir

“Elî Heme Salih”, Parlemanterê Herêma Kurdistana Iraqê ku pêştir civînên parlemana herêmê boykot kiribûn, îstifa kir.

Elî Heme Salih ragihand ji serokê parlemana Herêma Kurdistana Iraqê xwestiye ku bila îstifaya wî dayne nav destûrkara civînên parlemanê.

Wî got: Ez ji ber hemî şaştî û kêmasiyên ku min di serdema xebata xwe de wek parlemnater kirine, daxwaza lêborînê dikim.

 Heme Salih ji nûnerên Tevgera Gorranê li parlemana Herêma Kurdistanê di salên buhurî de ji wan parlemanterên rexnegirê rewşa Herêma Kurdistanê bû û carinan gendeliyên li herêmê jî eşkere dikirin.

 Dema xebata dewra niha ya parlemanê par bi dawî bû lê bi dengê nûnerên vê dewra parlemanê, ev heyam salekê hat derêjkirin û hejmarek ji nuneran jî bi nîşana protestokirina vî karî îstifa kirin.

 

Serepeyv