Sibat 24, 2023 18:33 Asia/Tehran
  •  Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: “Me û Tirkiyê li ser veguhestina niftê li hev kiriye ne li ser firotina wê”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Me û Tirkiyê li ser veguhestina niftê li hev kiriye ne li ser firotina wê.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bilî derewzanîna peymana 50 salî ya bi Tirkiyê re, ragihand, rêkevtinameya niftê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ji bo veguhestina niftê ye ne ji bo firotina wê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê “Cotyar Adil”, di civîneka çapemeniyê da got: “Me û Tirkiyê li ser veguhestina niftê li hev kiriye ne li ser firotina wê. “

Wî got: “Me ji sala 2014`an ve dest bi hinardekirina niftê kiriye û ev kara jî bûye sedema zexta Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê û birrîna bûceya wê.”

Cotyar Adil, amajeyî sefera taxima Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir û got: “Em wek Herêma Kurdistanê, beşdariya rastî ya di biryardana li Bexdayê da dixwezin, beşdariyek ku di encamê da ser xêra hemû gelê Iraqê be.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, got: “Em ser vê bawerê ne, kivşkirina qanûnê tenê rêya lihevkirina bi Iraqê re ye.”

Wî got: “Di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da hin hevhatinên baş ser çend xalan da hene, bêguman hin nakokî jî hene lê hevhatinên ji bo çareserkirina van nakokiyan jî hene.”

 

Serepeyv