Sibat 21, 2023 14:33 Asia/Tehran
  • Endamekî PDK’yê: “Pêwîst e azadî werin pênasekirin ji ber ku carina bi navê azadîyê sînor tên têperandin”

Endamê Polîtbîroya PDK’yê bersiva serkonsulê Amerîkayê yê li Hewlêrê da ku gotibû ‘‘ji ber paşdaçûna bêhêvîker a azadîya raderbirrînê li Herêma Kurdistanê dilnigeran e’’ û got: “Pêwîst e azadî werin pênasekirin, ji ber ku carina bi navê azadîyê sînorên niştîmanî û etnîkî tên têperandin.”

Serkonsulê Amerîkayê li Hewlêrê gotibû: ‘‘Em ji ber paşdaçûna di warên mafên merivan, şîdetên etnîkî, serederîya beranber a digel jinan û derfetên beranber ên ji bo kêmîneyên Kurdistanê û herwiha rêzgiritna li civaka pirrcûr a mezhebî ya Kurdistanê da dilnigeran in.”

Piştîwan Sadiq, Wezîrê Ewqafê yê Herêma Kurdistana Iraqê ser bi PDK’yê di bersiva wî da got: “Pêwîst e destpêkê azadî werin pênasekirin û ser sesasa wê û li gorî nêrîna herêmî û qanûnan rewşa me ji ya gellek herêman baştir e. Heke mebesta we çaverêtîya me ye, em jî arizû dikin ku ew azadî were zêdekirin, lê tiştk bi navê tepeserkirina nûçegîhan û medyakaran li Herêma Kurdistanê tine, pêwîst e ku azadî werin pênasekirin ji ber ku carina bi navê azadîyê sînorên niştîmanî û etnîkî ser navê azadîyê tên derbaskirin.”

 

Serepeyv