‘Mehmûd Mihemed’: “Civîna PDK û YNK’yê li gorî daxwaza YNK’yê hat paşdaxistin”
Berdevkê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got: “Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) xwest ku civîna bê ya di navbera wan du alîyan da were paşdaxistin û em nika çaverê ne ku ew dema civîna bê destnîşan bikin.”
Berdevkê PDK’yê ‘Mehmûd Mihemed’ ragihand: “Em digel YNK’yê civîyan û me hin pirsgirêk hilkolandin û rêçareyên pêwîst ji bo hemî pirsgirêkên têkildarî parliman û hikûmetê û herwiha pirsgirêkên emnî hilêxistin.”
Wî herwiha got: “Di civîna buhurî da helwestên me li ser pirranîya mijaran nêzîkî hev bûn û biryar hat dayîn ku Şemîya hefteya bê civîna din li dar bixin, lê YNK’yê ragihand ku ew civîna paşda xistîye û em jî çaverêyê biryarderên YNK’yê ne.”
Wî herwiha got: “YNK û hin bereyên sîyasî yên din digel serrastkirina qaûna hilbijartinê da bûn û hez dikirin ku basa mijar û meseleyên din jî were kirin, lewma em neçar bûn ku hilbijartinê paşda bixin û li gorî qanûnê divê hilbijartin heta meha 10an a îsal were lidarxistin.”
Berdevkê PDK’yê herwiha got: “Heke Serokê Herêma Kurdistanê di meha sêyem da fermana lidarxistina hilbijartinê û çalakkirina komsîyona têkildarî wê bide û qanûna hilbijartinê jî were serrastkirin, ez fikir dikim ku wê demê me yê derfet hebe ku hilbijartinê li dar bixin.”