Sibat 06, 2023 18:09 Asia/Tehran
  • Hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkiyê ji ber erdhejê hat rawestandin

Hin çavkaniyên li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku hinardekirina niftê bo Tirkiyê ji ber erdheja wêranker li Tirkiyê hatiye rawestandin.

Li gorî rapora Al-Forat News’ê, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Ji ber erdheja ku li Tirkiye û Sûriyê qewimî û ji bo piştarstbûn ji rewşa êminî di pêvajoya hinardekirina niftê da, pumpekirina niftê bo boriya  veguhestina nifta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê hatiye rawestandin.

Kurdistana Iraqê nifta xwe bi rêya boriyekê dişîne Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê.

Erdhejeke giran berbanga îro li başûrê Tirkiyê qewimî ku hinek navçeyên bakurê Sûriyê jî hejandin; di encamê da heta niha zêde ji 1400 kesan li van du welatan canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

 

Serepeyv