Çile 31, 2023 19:17 Asia/Tehran
  •  Qubad Talebanî: “Bexda û Hewlêr hewcedarê rêkevtinameyeke giştalî ne”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir: “Bexda û Hewlêr hewcedarê rêkevtinameyeke giştalî ne.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê “Qubad Talebanî” di daxûyanîyekê da nivîsî: “Yekem û dawîn bijareya pêşberî hikûmetên Herêma Kurdistanê û navendî ya Iraqê rêkevtinameyeke tam û demdirêj anegorî Qanûna Bingehîn a Iraqê ye ku ser xêra hemî welatîyên ji her firqe û etnîkekê li vî welatî be.”

Talebanî herwiha got: “Min di hevdîtinên digel Serokomar Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlimanê Mihemed Helbûsî, Rêberê Tevgera Hikmeya Netewî Seyîd Emmar Hekîm û Wezîrê Karên Civakî Ehmed Esedî da li Bexdayê ji dil û can xwest ku gotûbêj ji bo lihevkirina Hewlêr û Bexdayê di siberojeke nêzîk da, nemaze têkildarî pêşnumyaa bûceyê û qanûna nift û gazê bên berfirekirin.”

Wî herwiha nivîsî: “Êdî ne ser xêra ti alîyekî ye ku wê rêkevtinameyê paş da bixe, ji ber ku hemî iraqî ji wan welatîyên Herêma Kurdistanê dixwazin ku hikûmet xizmetan raber bike û wan biparêze ta ku ew rêkevtiname zemîne û rewşa qanûnî ya dadmendane ji bo pêngavrakirina her du alîyan û bicihanîna sozên her du alîyan û çêtirkirina xizmetguzarîyê pêk bîne.”

Qubad Talebanî herwiha hêvî kir ku Hewlêr û Bexda bi saya vê geşbînîyê ku hikûmeta Iraqê bi serokatîya birêz Mihemed Şîya Sûdanî hez dike gellek pirsgirêkan çareser bike, peywendîyan bigihînin asteke pêşketî.

Şayanî gotinê ye ku deng û biryarên Dadgeha Federal a Iraqê bûne belaya serê Herêma Kurdistanê.

Radestkirina derhatên niftê û girtina pêşîya şandina bûceya mehane ji hêla Bexdayê va bo Hewlêrê, dawîn hikmên dadgeha hanê dijî Herêma Kurdistanê ne, ji ber ku çend biryarên din jî ser maseyê ne û yê di rojên bê da biryara teqil were dayîn, ji wan dozvekirina Tevgera “Bereya Nû” û “Yûsif Mihemed Sadiq” Serokê berê yê Parlimana Herêma Kurdistanê têkildarî dirêjkirina dewra Parlimana Herêma Kurdistanê ku Dadgeha Federal dengê teqil ê di vî warî da bo meha bê paşda xistîye.

Serepeyv