Çile 29, 2023 19:03 Asia/Tehran
  • Şeban: “Armanca sereke ya lidarxistina civîna PDK û YNK’yê çareserkirina nakokiyan e”

Endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) armanca sereke ya lidarxistina civîna duh ya vê partiyê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) çareserkirina nakokiyên di navbera van du partiyan da zanîn.

 Dilşad Şeban got: “Civîna vê dawiyê ya PDK û YNK’yê di asta berpirsên ofîsên siyasî yên du partiyan hat liadrxistin û biryar e civînên bê di navbera rêberên her du partiyan werin lidarxistin û armanca sereke ya vê civînê çareserkirina nakokiyan û girtina pêşiya weşandina daxûyaniyên medyayî û her wiha rakirina hin pêngavan di rêya yekkirina hewildanên aliyên Kurd li Bexdayê bi taybet gotûbêjên derbarê meseleyên têkildarî bûce û heq û mafên gelê Herêma Kurdistanê ye.”

 YNK û PDK’yê di daxûyaniya dawiyê ya civîna xwe ya duh de ragihandin li gor rêketina wan, di demeke nêzîk de yê civîneke din li dar bixin.

 Di daxûyaniya dawiyê ku ji 93 peyvan pêk hatiye de, her du aliyan ragihandin ku bi armanca gotûbêjên eşkere li ser mijarên pêdivî ên Herêma Kurdistanê û helwêstên wan derbarê mijarên heyî civîn yê werin domandin.

 

Serepeyv