Heval Ebûbekir ji ber pirsgirêkên di navbera YNK û PDK’yê de hişyariyeke cidî da
Dr. Heval Ebûbekir, Parzêgarê Silêymaniyê ragihand ku rewşa ku van du partiyan pêk anîne, bandoreke rasterast datîne ser jiyan û debara gel, reweşa bazarê, derfetên kar û şuxil, sermayeguzarî û erkên saziyên hikûmî.
Parêzgarê Silêymaniyê her wiha teqez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê divê bizanibe ku ev birîn bi piştgiriya ji hikûmetên herêmî tê kewandin û him YNK û PDK divê bizanibin ku gel di çi rewşekê de ye.”
Wî di derbarê îstifaya xwe ji posta parêzgariya Silêymaniyê jî ragihand: “Vê mijarê ti têkiliya xwe bi xwesteka şexsî re tine û girêdayî bi erk û berpirsyarî û qanûnê ye û ez hez dikim ku ji vê postê paşde vekişim ku em bikaribin hinek guhertinan di desthilatê de çêbikin.”
Heval Ebûbekir got: “Ez di rewşa dijwar û hestyar de îstifa nakim heta dema ku rewş baştir bibe, lê rewşa ku YNK û PDK’yê pêk anîne, bandora xwe ya rasterast heye ser jiyan û debara gel, derfetên kar û şuxil, sermayeguzarî û erkên saziyên dewletê. Niha gel û hikûmet bûne goriyê nakokiyên siyasî di navbera aliyên siyasî û kabîneyê li Herêma Kurdistanê.”