Çile 17, 2023 19:09 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî: Divê hilbijartina parlimanê îsal li Herêma Kurdistanê wer lidarxistin

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) got: Divê hilbijartina parlimanê îsal li Herêma Kurdistanê wer lidarxistin.

“Kordînatorê Karûbarên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk û şandeya pê re ku ji Şandiyê Taybet ê Serokatiyê bo Binesaziya Gerdûnî û Ewlekariya Enerjiyê Amos Hochstein, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê pêk hatibû, îro bi Mesûd Barzanî Serokê PDK’yê ra civîyan.

Di civînê de basa rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da hat kirin û her du alîyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kirin.

Di vê hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Serokê PDK’yê Mesûd Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku divê îsal hilbijartineke zelal, paqij û dadperwerane li Herêma Kurdistanê were lidarxistin û “ti behaneyek ji bo paşxistina helbijartinan” nayê qebûlkirin.

Serokê PDK’yê herwiha hêvî klir ku civîn û hevahengîyên di navbera partîyên sîyasî da bi armanca serketina himberî gefan werin domandin.

Dawîn hilbijartin li Herêma Kurdistana Iraqê di 30ê Îlona sala 2018an da hat lidarxistin.

 

Serepeyv