Çile 16, 2023 18:48 Asia/Tehran
  • Endamê PDK'yê: Nakokiyên Partiya Demokrat û YNK'yê hema wisa didomin

Endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) got ku nakokiyên vê partiyê digel Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hema wisa didomin.

 

Wefa Kerîm Muhemed di hevpeyivînekê da got: "Pirsgirêka PDK digel YNK'yê meseleya derhatên derbasgehên sînorî û berçavnegirtina qanûnên Herêma Kurdistanê ji aliyê vê partiyê va ye."

Kerîm bi gotina vêya ku asta derhatên niftê yên Herêma Kurdistanê 500 miliyon dolar e û heta têra meaşa karmendên Herêmê nake, got: "Biryardan û siyasetên YNK'yê yekalî ne û PDK nizane ku divê bi kê ra biaxive."

Vî endamê PDK'yê got: "Komîsyoneke pêkhatî ji Mesrûr Barzanî, Qubad Telabenî û Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina nifta Herêmê heye."

Beriya vêya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê gotibû ku ti yek ji wezîrên ser bi YNK'yê beşdarî civînên hikûmeta Herêmê nabe.

Serepeyv