Çile 08, 2023 19:49 Asia/Tehran
  •  Piştî amadekirina gilîya dijî YNK’yê, lêkolîna li ser sê endamên wê dest pê bû

 Rêveberê Mekteba Siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) fermana lêkolîna derbarê rêberên YNK’yê ku dijî partiya xwe li Bexdayê gilîyek amade kirine, da.

 Di nameyekê de ku 4ê vê mehê hatiye amadekirin de Berpisrê Mekteba Siyasî ya YNK’yê fermana lêkolîna ser rêberên ku dijî partiya xwe gilî amade kirine, da.

Di vê nameyê de hatiye di çarçoveya zelalbûna civîna endamên Mekteba Siyasî ku roja 3ê vê mehê hat lidarxistin, fermana pêkanîna komîsyonekê bona lêkolîna derbarê endamên rêberiya partiyê û gilîya wan dijî YNK’yê, hat dayîn.

Ev komîsyona ji Aso Mamend, Rêveberê Mekteba Siyasî wek Serokê Komsîyonê û Serkewt Zegî, Rizgar Hecî Muhemed, Endamê Mekteba Siyasî pêk hatiye.

 Li gor lêzanînên Shar Press’ê, piştî lêkolîna vê komîsyonê ser fermana Konseya Rêberiyê ya YNK’yê fermana derxistina van rayedaran ji partiyê yê bê dayîn.

 Ev demek e pirsgirêkên navxweyî yên YNK’yê bandora xwe daniye ser vê partiyê û alîgirên vê partiyê nigeran kirine.

 

 

 

Serepeyv