Çile 01, 2023 19:45 Asia/Tehran
  • Endamê Nivsîgeha siaysî ya YNK’yê derbarê diyarbûna xetereke mezin hişyarî da

 Endamekî nivîsgeha siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) derbarê diyarbûna dubare ya DAIŞ’ê li Iraqê hişyarî da û ragihand ku jihevdûrketina artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge û nebûna hêzeke hevgirtî, derfetek e bo bidesthilatbûna duabre ya DAIŞ’ê.

Seidî Pîre, Endamê Nivîsgeha Siyasî ya YNK’yê derbarê bi desthilatbûan dubare ya DAIŞ’ê li Iraqê ragihand: “Welatên ku berjewendiyên wan ji Iraqê tên dabînkirin, DAIŞ’ê wek amûrekê bi kar tînin, li navçeyên kêşeliser û bi taybet piştî dûrketina hêzên artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ji hev, valahî û qelaşek çê bûye ku ew dikarin wê bi kar bînin.”

Seidî Pîre her wiha got: “Lewma ger rêketinnameyeke ewlehiyê ya baş di navbera Iraq û Herêma kurdistanê de, were amadekirin û me baweriya tam bi hev re hebe û viyana pêkanîna hêzeke Niştimanî ya rêkûpêk, ne hêzeke hizbî ya serdest hebe, vêca em ê hingî bibin xwediyê artêşeke yekperçe bo parstina sînoran û parastina xwe ji êrişa DAIŞ’ê.”

Seidî Pîre got: “Nabe me hêzeke cuda hebe û em siyaseteke cuda li hember DAIŞ’ê û bûyerên derdora xwe bimeşînin.”

 

Serepeyv